Wezareta Karên Navxweyî ragihand, "Di navbera 7-14ê mehê da, derbarê 39 hezar û 146 kesên ku guh nedan qedexeya derketina derva da miemeleya edlî an jî îdarî hat kirin."
Wezareta Karên Navxweyî ragihand, di çarçoveya tevdîrên têkoşîna vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da dawiya hefteyê derketina derva hat qedexekirin û 39 hezar û 146 kesên ku guh nedan qedexeyê, miemeleya edlî an jî îdarî li wan hat kirin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya wezaretê, piraniya welatiyan guh da sînordarkirina derketina derva û wiha hat gotin, "Welatiyên me yên ku guh nedan biryara sînordarkirinê jî, li wan miemeleya îdarî an jî edlî hat kirin. 39 hezar û 146 kesên ku guh nedan biryara sînordarkirinê, li gor bendên têkildar ên Qanûna Hifza Sihhetê û Qanûna Cezayê Tirk li wan miemeleya edlî an jî îdarî hat kirin."
AA