3emîn salvegera operasyona şaxa zeytûnê

Di 18ê Adara 2018an de navenda Efrînê bi temamî hat rizgarkirin. Ji ser operasyona şaxa zeytûnê 3 sal derbas bûn.

3emîn salvegera operasyona şaxa zeytûnê

Li dijî rêxistina terorî pyd/pkk’ê di 20ê Çileya 2018an de dest pê kir

Artêşa neteweyî ya sûriyê bi piştgiriya hêzên çekdar ên Türkiyeyê di 20ê çileya 2018an de li dijî rêxistina terorî pyd/pkk’ê operasyona şaxa zeytunê da destpêkirin. Di 18ê Adara 2018an de navenda Efrînê bi temamî hat rizgarkirin. Ji ser operasyona şaxa zeytûnê 3 sal derbas bûn. Lê gelo ji destpêka operasyonê heya niha li efrînê çi guherî? Kijan kêmasî û hewcedarî hatin çareserkirin? 

Hêzên Çekdar ên Türkiyeyê ji bo sînorê xwe ji terorîstên pyd/pkk’ê paqij bikin, di 20ê Çileya 2018an de dest bi Operasyon Şaxa Zeytûnê kirin.

Operasyon 57 rojan dewam kir.

Di 18ê Adara 2018an de navenda Efrînê jî tê de, herêm bi temamî hat rizgarkirin.

Ji ser rizgarkirina bajarê Efrînê tam sê sal derbas bûn.

Piştî rizgarkirina Efrînê di warê ternduristî, perwerde, ewlehî û binesaziyê de bi piştgiriya Tirkiyê gelek xizmet hatin kirin.

Piştî van xebatan aştî û aramî hat bajêr.

Niha hemû dikan vekirî ne û her kes bi rehetî derdikeve û danûstendina xwe dike.

Hemû cihên ku hatibûn xirakirin bi piştgiriya Türkiyeyê yek bi yek hatin avakirin.

Pêşî dibistanên bajêr hatin restorekirin paşê jî bi piştgirtiya Wezareta Perwerdeya Türkiyeyê mamoste hatin wezîfedarkirin.

Niha li tevahiya Efrînê 266 dibistan vekirî nê.

Niha li van mekteban 65 hezar xwendekar perwerde dibin.

Li bajêr zanîngeh jî hat vekirin. Niha 320 xwendekarên zanîngehê hene.

Weqfa Karên Diyanetê jî li bajarê Efrînê 169 mizgeft restore kirin.

35 mizgeft jî ji nû ve çêkirin. Xebatên çêkirina 15 mizgeftan jî didome.

Li mizgeftan jî 12 hezar şagirt hene.

Wezareta Tendurîstiyê ya Türkiyeyê nexweşxaneyên Efrînê yek bi yek verast kirin.

Li bajêr 4 nexweşxaneyên mezin û 25 navendên tenduristiyê hene.

Nexweşên Efrînî belaş tên dermankirin.

Kesên rewşa wan giran e jî sewqî Türkiyeyê dikin.

Li nexweşxneyan doktor û hemşîreyên Sûriyê dixebitin.

Dema tê gotin Efrîn zaytûn û fêkî tên bîra însanan.

Li bajêr zêdetirî 14 milyon darên zeytûnan hene.

Li Efrînê 40 fabrîqeyên sabûnê, 18 fabrîqeyên bêrîne û 200 fabrîqeyên zeytûnan hene.

Li bajêr her sal 6 hezar ton sabûn tê çêkirin. Zeytûn, zeyt û sabûn niha bi Tirkiyê re îxracî gelek welatan dibin.

Li bajêr nêzî 50 atolyeyên tekstîlê hene. Ew jî xebatên xwe bênavber didomînin.

Ji aliyê din ve li gelek cihan meclis hatin avakirin û hemû meclis xebatên xwe didomînin.

Li bajarê Efrînê 3 hezar polis hatine wezîfedarkirin.

Ew jî li nav bajêr dixebitin.

Kêmasiya herî girîng a bajêr ceyran bû.

Ew jî hat çareserkirin.

Li cinderes û navenda efrînê niha ceyran heye. Ji bo deverên din jî xebat didomin.

Gelê Efrînê bi saya van xebatan niha aram û ewle jiyana xwe didomîne.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE