Li Edeneyê 4 birayên Sûriyeyî ku hat îdiakirin, endamên rêxistina terorê DEAŞê ne û xwe ji çalakiyê ra amade kirine, hatin binçavkirin.
Li gorî agahiyê, ekîbên Şaxa Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê, li dijî kesên ku hat îdiakirin ji Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê bûne û amadekariya çalakiyê dikin, operasyon li dar xist.
Di operasyona ku bi beşdariya polêsên tevgera taybet berbangê hat lidarxistin da 4 birayên Sûriyeyî hatin binçavkirin. Berşikên ku li Dezgeha Tiba Edlî ya Edeneyê ji kontrola tenduristiyê ra hatin derbaskirin, birin midûriyeta ewlekariyê.
AA