4 karkerên biyanî mirin, 2 jî birîndar bûn

4 karkerên biyanî mirin, 2 jî birîndar bûn

4 karkerên biyanî mirin, 2 jî birîndar bûn

Li Büyükçekmeceya Stenbolê agir bi fabrîkaya tekstîl û malzemeyên plastîk ket. Di şewatê de 4 xebatkarên biyanî mirin, 2 karkerbirîndar bûn. 4 agirkuj ji ber dûmanê aciz bûn.

Li taxa Cumhuriyetê, li ser riya berê ya Hadimköyê agir bi avahiyeke 4 qatî ket.

Alawan tavilê xwe avêtin qata jor.

Hin karkerên li avahiyê bi tirs û xofeke mezin reviyan banî.

Agirkuj demildest gihîştin wê derê.

20 kesên li banî zûka hatin xilaskirin.

Lê temirandina şewata fabrîkaya 500 mîtro çarçikî gelek bi zehmet bû.

Piştî ku şewat hat temirandin li cihê nivînxaneyê cendekên 4 kesên biyanî hatin dîtin.

Herwiha 2 karkerên biyanî jî rakirin navxweşxaneyê.

Li aliyê din 4 agirkuj jî ji ber dûmanê aciz bûn.

Şewat bi xebata dûvdirêj hat temirandin lêbelê xisareke mezin li fabrîkayê ket.

Walîtiya Stenbolê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî da zanîn ku bona bûyerê dest bi lêpirsînê kiriye.

Dîroka nûkirinê: 23 Hezîran 2019, 14:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE