Li Baykana navçeya Sêrtê 4 kesên ku di qezayê trafîqê da mirin, li memleketê xwe Agiriyê hatin definkirin.
Cinazeyên Aslan Gokturk, Osman Yardimci, Okkeş Îlhan û Hayrettîn Karataş ên ku di qezayê da mirin, ji hêla eqrebayên wan li Sêrtê li wesayîta cinaze hatin siwarkirin û bo Agiriyê hatin veguhestin.
Ji van kesan ji bo Gokturk û Yardimci li Taxa Koçkiranê ya navçeya Bazîdê li mizgeftê merasim hat lidarxistin.
Piştî nimêja cinazeyê ya li mizgeftê, cinazeyê Gokturk û yê Yardimci li goristana bajêr a navçeyê hatin definkirin.
Her wisa cinazeyê Îlhan li gundê Kargakonmaz ê Bazîdê, yê Karataş jî li navçeya Elajgirê bi axê hatin sipartin.
Ji xeynî eqrebayên kesên mirî, gelek welatî jî beşdarî merasimên cinazeyan bûn.
Mînîbusa ku plaqeya wê 04 AP 002 û ajokarê wê jî Mehmet Gokturk bû, duh li nêzîkî gundê Karakayayê yê Bajaroka Veyselkaranî ya Sêrtê totî şarampolê bûbû.
Di qezayê da Aslan Gokturk, Osman Yardimci, Okkeş Îlhan û Hayrettîn Karataş ên di wesayîtê da jiyana xwe ji dest dabûn, 6 kes jî birîndar bûbûn.AA