4 Parlamenterên Îngilistanê hatin Xirabreşkê

Girê Mirazan a Xirebreşka Rihayê par ket lîsteya Mirata Cîhanê ya Unescoyê.

4 Parlamenterên Îngilistanê hatin Xirabreşkê

Girê mirazan piştî ku ket nav lîsteya mîrata cîhanê ya unescoyê zêdetir navdar bû. Parlamenterên Îngilistanê bi vexwendina Enstituya Yunus Emreyê hatin rihayê û li girê mirazan geriyan.

Girê Mirazan a Xirebreşka Rihayê par ket lîsteya Mirata Cîhanê ya Unescoyê.

Piştî vê eleqe û serdanên ji bo wê derê jî zêde bûn.

Bi vexwendina Enstîtuya Yunus Emreyê 4 parlamenter û 2 endamên partiyê yên Îngilistanê hatin Girê Mirazan.

Parlamenterê Îngilistanê Mark Menzîes: Ev der cihekî pir xweş e. Yek ji cihên girîng ên dîrokî ye. Beriya pîramîtan û Stonhença li Îngilistanê ev der hebû. Ji bo dîroka mirovan navendeke muhîm e.

Wezîfedarên Enstituyê mêvanên xwe gerandin û derbarê cihê dîrokî de agahî dan.

Parlamentera Îngilistanê Sheryll Murray: Bi hezaran sal berê li vê derê mirov dijiyan. Em jî niha li vir in û li cih û warê wan dinêrin. Ez ji bo vê yekê pir kêfxweş im. Ez xebatkarên vê derê pîroz dikim. Xebateke gelekî girîng e.

Serokê Yekîtiya Xebatkarên Tenduristiyê yên Tirk ên li Îngilistanê Dixtor Elî Demîrbağ jî ligel mêvanan bû. Wî diyar kir ku Girê Mirazan ji bo tûrîzmê wê bibe navendeke girîng...

Dîroka nûkirinê: 08 Tebax 2019, 17:59
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE