Herekata Kaniya Aştiyê ya ku Artêşa Tirkiyeyê ji bo korîdora terorê ya hewl tê dayîn li ser sînorê başûr ê Tirkiyeyê bê avakirin ji holê rabike û li herêmê aştî û aramiyê bi cih bike dabû destpêkirin di roja 4emîn da dewam dike û cî û warên li Resuleyna li rojhilatê Feratê jî hatin kontrolkirin.
Artêşa Tirkiyeyê tevlî Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê di çarçoveya operasyona li dijî YPG/PKK û DEAŞa rêxistinên terorê da kozikên li dor û bera Resuleynê da ber topan û di roja 4emîn a Herekata Kaniya Aştiyê da navendê hilda bin kontrola xwe.
Dengê şer û pevçûnên li navenda Resuleynê ji alî Ceylanpinarê va dihat bihîstin.
Li ser sînorê Tel Ebyadê jî çûn û hatina wesayîtên eskerî zêde bû.
Cih û kozikên terorê yên li Tel Ebyad a hemberî navçeya Eqçeqeleyê dikeve jî ji serê sibehê va dibin hedefên topên obusan.
Endamên YPG/PKKya rêxistina terorê li rojhilatê navçeya Tel Ebyadê teker û mazotê dişewitînin ku bila SIHAyên TSKyê ji ber dû nikaribin ji hewayê va dîmen û wêneyan bikişînin û balafirên şer jî hedefên xwe şaş bikin.AA