Şaredariya bajarê mezin a Wanê ji bo midaxeleya li şewatan 4 wesaît û 15 personel şandin Antalyayê. Tîmên wanê wê biçin devera şewatê û tevlî xebatên vemirandinê bibin.
Şewata li hin deverên Antalyayê hê jî dewam dike.
Ji gelek bajaran tîmên agirkujiyê diçin herêmê.
Ji Wanê jî tîmek ket riya Antalyayê.
Şaredariya Bajarê Mezin ji bo alîkariya xebatên vemirandinê 4 wesaît û 15 xebatkar şandin herêma şewatê.
Serokê Daîreya Agirkujiyê Abdülillah Arvas got, “Em xebatkarên xwe yên serkeftî dişînin.”
Hat eşkerekirin ku wê ev tîm di demeke kurt de tevlî xebatên vemirandinê bibin.