Wezareta Karên Navxweyî ragihand, derheqê 40 hezar û 591 kesên ku di navbera 21-28ê berfanbarê da guh nedan sînordarkirina derketina derva da miemeleya edlî/îdarî hat kirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Karên Navxweyî hat dayîn, di têkoşîna şewba vîrusa koronayê ya nû da (Kovîd-19) seba parastina tenduristiya civakî û şexsî sînordarkirina derketina derva dewam dike.
Di vê çarçoveyê da welatiyên ku biryara sînordarkirinê binpê kirin, ji bo wan miemeleya îdarî an jî edlî hat kirin û wiha hat gotin:
"derheqê 40 hezar û 591 kesên ku di navbera 21-28ê berfanbarê da guh nedan sînordarkirina derketina derva da li gor Qanûna Hifza Sihetê ya Giştî ku jimara wê 1593 ye û li gor bendên qanûna ceza ya Tirk miemeleya edlî an jî îdarî hat kirin."
AA