42 kesên Çînê hatin texliyekirin li Ankarayê ne

Balafira kargoyê ya cureya A400M a Artêşa Türkiyeyê ya ku 32 j Tirk 42 kesan ji Vuhana bajarê Çinê ku lê şewba koronavîrusê ya nû heye anî di saet 21.00ê da li Balafirgeha Eskerî ya Etimesgutê danî

42 kesên Çînê hatin texliyekirin li Ankarayê ne

Balafira eskerî ya ku 32 jê Tirk 42 kesên ji Vuhana bajarê Çînê ku lê şewba koronavîrusê ya nû heye tê da bûn hat Ankarayê.

Balafira kargoyê ya eskerî ya cureya A400 M a Artêşa Türkiyeyê ya ku Wezareta Tenduristiyê ji bo operasyona texliyeyê veguhest ambûlansê piştî operasyona texliyeyê ya biqasî 32 saetan di çarçoveya tevdîrên hatin hildan da li Balafirgeha Eskerî ya Etimesgutê danî.

Dê 32 jê Tirk, 6 welatiyên Azerbaycanê, 3 welatiyên Gurcistanê û welatiyekî Elbaniyê bi tevahî 42 rêwî û muretebat, ekîba teknîk û peywirdarên tenduristiyê bi tevahî 62 kes bi 17 ambulansan bibin Nexweşxaneya Dr. Zekaî Tahîr Burak.

Kesên di balafirê da dê seranserê 14 rojan di odetên ji bo kesekî da bin çavdêriyê da bimînin û serê 3 rojan carekî tetkîkên wan bên kirin. Xwarin jî di nav da hemû xizmet dê bi melzemeyên ku carekî tenê tên emilandin bên kirin û hemû bermayî dê wekî bermayiyên tibî bên nirxandin û bi poşetên taybet bên avêtin.

AA

Dîroka nûkirinê: 04 Çile 2020, 17:21
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE