452 dosyeyên FETÖ’yê hatin şandin

Çavuşoğlu: Me dosyayên îfadeyên FETÖ’yiyan ji 83 welatan re şandin

452 dosyeyên FETÖ’yê hatin şandin

Wezîrê Karên Derve Mevlüt Çavuşoğlu di komîsyona plan û budçeyê ya meclisê de axivî û got; di çarçoveya têkoşîna li dijî fetö’yê de 452 dosye hat şandin 83 welatan. Li 21 welatan jî dibistanên girêdayê fetö’yê hatin girtin.

Wezîrê Karên Derve Mevlüt Çavuşoğlu :”Di çarçoveya lêpirsînên endamên FETÖ’yê yên li derwelêt de Wezareta me ya Darazê 452 dosye amade kirin. Dosye hatin şandin 83 welatan. Hin kes hatin dersînorkirin. Digel van kesan me bi 21 welatan re peyman çêkirin. Di çarçoveya peymanan de 104 endamnê FETÖ’yî anîn Tirkiyê û teslîmî edaletê kirin. Li 21 welatan dibistan û kursên ziman ên girêdayî FETÖ’yê hatin girtin. Li 16 welatan jî weqfa maarîfê bi nivîsên lihevkirinê dibistanên girêdayî FETÖ’yê dewr girtin.

Dîroka nûkirinê: 14 Mijdar 2018, 17:38
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE