''49 milyon û 270 hezar nasnameya nû hatine dayîn''

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu: "Hejmara nasnameya nifşa nû yên ku hatine dayîn jî derketiye 49 milyon û 270 hezarî."

''49 milyon û 270 hezar nasnameya nû hatine dayîn''

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu: "Li seranserê Tirkiyeyê 801 ciyên serîlêdana pasaportê, 808 jî ciyên serîlêdana belgeya ajokariyê xizmetê didin û piştî serîlêdanê di nava 1 an jî 3 rojan da belge tên radestkirin. Piştî dîroka dewrkirina ehliyet û pasaportan, heta roja îro bi tevahî 3 milyon û 400 hezar pasaportên nifşa nû, 7 milyon û 300 hezar belgeya ajokariyê hatine dayîn, hejmara nasnameya nifşa nû yên ku hatine dayîn jî derketiye 49 milyon û 270 hezarî. Wate heta sal biqede em ê înşelah 50 milyonî derbas bikin."

"Me projeya dîjîtalkirina hemû defter û belgeyên nifûsê da destpêkirin. Di halêhazir da 251 belge li pergalê hat barkirin, bi tenê sala 2019an bi qasî 60 milyon belge hat barkirin, reqameke wisa nîne ku piçûk were dîtin. Înşelah proje dê sala 2020an kuta bibe. Ji maliyeta depokirinê bigirin heya salane çapkirina qedera 75 hezar belgeyan, teserufeke girîng dê çêbe."

AA

Dîroka nûkirinê: 05 Kanûn 2019, 10:42
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE