Di daxuyaniya ku Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) weşand da wiha hat gotin: "Li Tel Ebyada li herêma Kaniya Aştiyê 5 terorîstên PKK/YPGyî di malên ku xwe veşartibûn da bi çekên xwe va sax hatin girtin."
Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) berê jî daxuyanî weşan û ragihand ku 2 terorîstên PKK/YPGyî teslîm bûn.
Di daxuyaniya WPNyê da hat gotin ji PKKya rêxistina terorê rev dewam dike.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "2 terorîstên din ên PKK/YPGyî yên ji sitargehên li bakurê Iraqê û Sûriyeyê reviyan, teslîmî qereqolên li ser sînor ên Silopî û Nîsêbînê bûn."
AA