Li Muradiyeya navçeya Wanê 5 ton încî kefalên bi qaçaxî hatine girtin hatin bidestxistin.
Ekîbên Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr ji bo parastina încî kefaliyê ku li Gola Wanê dijî û girtina wan qedexe ye û di 15ê nîsanê-15 tîrmehê da koçî ava çeman dikin kontrolên xwe didomînin.
Ekîbên Fermandariya Qereqola Cendirmeyan a Alparslanê ya girêdayî Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Muradiyeyê û tîmên Botê yên Edremîtê û Hawirdorê ya Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr nêzî Taxa Yalinduzuyê 5 ton încî kefaliyên di nav tûran da yên ku danîne eraziyê û 500 mêtro tora cureyê manyatê bi dest xistin.
Masî û tor teslîmê Midûriya Çandinî û Daristanê ya Navçeyê kirin.