Ji bo Stenbolê plana veguherîna 50 hezar bînayan tê kirin. Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Murat Kurum got ku plana bilez wê bê eşkerekirin. Wezîr Kurum diyar kir ku di planê de wê mafê fesihkirina yekalî bidin xwediyê milk û fîrmayan.
Wezîr Kurum: Em ê ji bo tevahiya Stenbolê plana şixûl diyar bikin. Di nav vê plana me de wê veguherîna 50 hezar avahiyî jî hebe. Em ê van bînayan bi destê TOKİ’yê ava bikin.
Hin ji wan hilweşiyan..
Hinek jî ji ber rîskê hatin valakirin û mohrkirin...
Li Stenbolê bi plana xebatê ya lezgîn wê rê li ber zerara avahiyên kevn bê girtin.
Hûrgiliyên planê Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Murat Kurum eşkere kirin.
Wezîr Kurum çû ser înşeata avahiyên ku li Kartalê hilweşiyan, li wir xeber da.
TOKİ wê li Stenbolê 50 hezar avahî xira ke û ji nû ve çêke.
Veguherîn wê bi dilwazî bê çêkirin û înşeata hemû avahiyan wê di heman demê dest pê bike.
Wezîr Kurum: Em ê heqê fesihkirinê yê yekalî bidin welatiyên xwe û fîrmayan.
Ev merhelaya planê jî dê bibe çareya safîkirina pirsgirêkên di navbera xwediyê milk û fîrmayan de.
Wezîr Kurum: Di vê verastkirinê de welatiyên me wê bi mutahîdekî re li hev bikin. Ger mutahîd wezîfeya xwe neke û wext li ser bikeve wê xwediyê milk wî hişyar bike. Bi tespîtên wezaretê ew ê dest ji peymanê bikşîne.
Bi mafê fesihkirina yekalî wê him heqê xwediyê milk, him jî wê heqê fîrmayan bê parastin.