50 hezar xwendekarên Îdirî bo paqijiya jîngehê dest dan destê hev

Li Îdirê 50 hezar xwendekar û 3 hezar û 300 mamoste, li kuçeyên ku dibistanan lê ne geriyan û zibil paqij kirin.

50 hezar xwendekarên Îdirî bo paqijiya jîngehê dest dan destê hev

 Li Îdirê 50 hezar xwendekar û 3 hezar û 300 mamoste, li kuçeyên ku dibistanan lê ne geriyan û zibil paqij kirin.

Projeya "Ji Bo Îdirê Dest Bidin Destê Hev" ku ji aliyê Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Parêzgehê hat destpêkirin, bi beşdariya xwendekar û mamosteyên ji 291 dibistanên bajêr û gundên li ser bajêr bi rê va çû.

Xwendekaran bi hevaltiya mamosteyên xwe ji bo ku bala gel bikişînin ser paqijiya jîngehê, zibil berhev kirin.

Midûrê Perwerdeya Neteweyî yê Parêzgehê Hakan Gonen di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku ew dixwazin bi vê projeyê va hişmediyeke ji bo jîngehê ava bikin.

Gonen destnîşan kir ku proje bi destê Waliyê Îdirê Enver Unlu hat cîbicîkirin û wiha dewam kir, "Aniha li seranserê parêzgeha me li hemû dibistanên li navend, navçe û gundan xwendekar û mamoste sercem vê fealiyetê dimeşînin. Armanca me ji vê yekê ew e ku pêşiyê li wilayeta me, hemû xwendekar bi vê hişmendiyê va mezin bibin hay ji girîngiya jîngehê hebin. Herwiha girîng e ku civak bi xwe jî di vî warî da xwedî helwest û hişmendî be."AA

Dîroka nûkirinê: 13 Mijdar 2019, 15:37
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE