Li Adanayê di depoyekê da 53 hezar û 48 dezenfektanên destan ên qaçax hatin girtin, kesek hat binçavkirin.
Ekîbên Şaxa Dijî Qaçaxçîtî û Sûcên Organîze ya Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê, li Taxa Yeşiloba ya navçeya navendê Seyhanê operasyon bir ser depoyekê.
Di lêgerînên li depoyê da 53 hezar û 48 dezenfektanên destan ên qaçax û 12 hezar û 850 mamul û hebên cinsî hatin girtin.
M.Ayê Sûriyeyî hat binçavkirin.
AA