Wezareta Parastina Neteweyî diyar kir ji bo eskeriya biberdêl 557 hezar û 102 kesî serî lê da, ji van 215 hezar û 970 kesî serlêdana xwe temam kir.
Wezaretê der barê heyama celba 3yemîn a eskeriya biberdêl da agahî da.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Ji 27ê Îlonê pê va ji bo eskeriya biberdêl 557 hezar û 102 kesî serî lê da, ji van 215 hezar û 970 kesî serlêdana xwe temam kir. Dîroka sewqa 13 hezar û 555 kesên bi celba 3yemîn wê herin eskeriyê li ser "www.turkiye.gov.tr'yê hat weşandin. Ji van kesan ra li ser telefonê jî peyama agahîdayînê hat şandin."