566.Salvegera Fetha Îstanbulê

Serokê Meclisê: Ew rihe ku fetha İstanbulê mimkin û miqeddes kir hêj jî heye

566.Salvegera Fetha Îstanbulê

Îsal 566emîn Salvegera Fetha Stenbolê ye. Serokê Meclisê Mustafa Şentop û Serokê Ragihandinê yê Serokkomariyê Fahrettîn Altun ji ser twîtterê derbarê fetha Stenbolê de peyam weşandin.

Tam beriya 566 salan çêbû fetha Stenbola ku heft girên wê hene.

Ji wê rojê û vîr ve alaya Tirkiyê li ba dibe li ser wan giran.

Îsal 566emîn salvegera fetha Stenbolê ye. Ji bo vê salvegerê jî li ser hev peyamên pîrozkirinê tên weşandin.

Serokê Meclisê Mustafa Şentop ji ser hisabê xwe yê medyaya civakî peyamek weşand û li ser rihê fethê sekini : ew rihê ku riya fetha Stenbolê vekir û miqeddes kir hêj jî dewam dike û li bal gelê me ye.

Serokê ragihandinê yê serokkomariyê Fahrettin Altun jî ji ser hisabê xwe yê twitterê bi sernavê “em diqîrin” peyamek weşand.

Altun got em li ser rika wan kesên ku nikarin qebûl bikin Stenbol bajarekî îslamê ye, li ser rika wan kesên ku çav berdane van axên azîz, em li ser rika wan kesên ku dibêjin “zilm di 1453yan de dest pê kir” dibêjin bila 566emîn salvegera fetha Stenbolê pîroz û bimbarek be. Slav ji Fatîh Sultan Mehmed û artêşa wî ya bi şan re.

Dîroka nûkirinê: 29 Gulan 2019, 18:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE