5.Dewriyeya asîmanî hat kirin

Dewriyeya asîmanî ya Hêzên Tirkiye û Emerîkayê saetekê dewam kir...

5.Dewriyeya asîmanî hat kirin

Di çarçoveya herêma ewle de hêzên çekdar ên tirkiye û emerîkayê li rojhilatê firatê 5emîn dewriyeya hevpar lidar xistin. Li îdlibê jî li herêma kêmkirina rageşiyê ji ber êrîşên rejîmê koça xelkê dewam dike.

Helîkopterên ku leşkerên Tirkiye û Emerîkayê tê de bûn, ji ser sînorê Kaniya Xezalan a Rihayê ji bo dewriyeyê rabûn.

Dewriyeya hevpar a 5emîn, bi 4 helîkopteran hat kirin.

Di dewriyeyê de çeper û eraziya di bin kontrola rêxistina terorî YPG / PKK’ê de hat kontrolkirin.

Her wiha li herêma kêmkirina rageşiyê êrîşên rejîma esed ên li dijî Îdlibê dewam dikin.

Tirkiye, ji bo malbatên ku xwe diginîn cihê ewle yên ser sînor, alîkariya xurek û konan dike.

Dîroka nûkirinê: 17 îlon 2019, 17:35
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE