6 demançeyên di otomobîlekê de hatin desteserkirin

Li Şanliurfayê di otomobîlekê de 6 demançe hatin desteserkirin

6 demançeyên  di otomobîlekê de hatin desteserkirin

 Li akçakaleya navçeya Şanliurfayê di lêgerîna nava otomobîlekê de 6 demançe hatin desteserkirin.

Li gorî agahiyan ekîbên Fermandariya Cendirmeya Navçeyê di sepanekê de li ser rêbeja Akçakale-Ceylanpinarê li ser gumanê otomobîlek sekinandin.

Di encama lêgerînê de di bagaja otomobîlê de di nava stepneyê de veşartî 6 demançe hatin dîtin. H.Ç, A.O. û E.Y.ê di nava otomobîlê de hatin binçavkirin.

Gumanbar piştî karûbarê wan ên li cendirmeyê sewqî edliyeyê hatin kirin.

Piştî lêpirsîna wan a li dozgeriyê ji gumanbaran H.Ç, A.O. hatin girtin û E.Y. jî bi mercê kontrola edlî serbest hat berdan.AA

Dîroka nûkirinê: 21 Adar 2019, 17:35
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE