6 taxên Sûrê tên avakirin

Navçeya Sûrê ya ku 3 sal berê ji hêla PKKyiyan va hat xirabkirin bi destê dewletê tê avakirin

6 taxên Sûrê tên avakirin

Taxên Sûra navçeya Diyarbekirê yên ku 3 sal berê ji hêla terorîstên PKKyî va hatibûn xirabkirin bi destê dewletê tên avakirin.

Endamên PKKya rêxistina terorê 3 sal berê taxên Cevatpaşa, Dabanoglu, Fatîhpaşa, Hasirli, Savaş û Cemal Yilmaz ên navçeya Sûrê bi xendek, barîkat û teqemeniyan va wêran kirin.

Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê, Midûriya Giştî ya Weqfan, Walîtiya Diyarbekirê, Şaredariya Mezin û Şaredariya Sûrê di serî da gelek saziyên ku mijarê ra eleqedar in ji bo çêkirina avahî, otel, kargehan dixebitin, ji hêla din jî berhemên çandî û dîrokî restore dikin.

Çêkirina 44 avahiyan û rêya li dora sûrên dîrokî temam bûn. Wisa tê texmînkirin heta dawiya sala 2019an xebat wê biqedin.

- "Qadeke 4 hezar avahî lê bûn xirab bû"

Cigirserokê Şaredarê Sûrê û Wekîlê Qaymeqam Abdullah Çîftçî ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ji ber êrîşên terorê hemû dîrok, nirx û berhemên navçeyê zirar dît, lê piştî operasyonên serkeftî hewl tê dayîn ku Sûr ji nû va bê avakirin.

Çîftçî got qadeke 4 hezar avahî lê bûn xirab bû û wiha dewam kir: "Ji bo ku cihên xirab bûne ji nû va bên avakirin, berhemên zirar dîtine bên nûkirin divê ji hin lijneyan destûr bê hildan. Ji ber vê kar hinekî hêdî meşiyan. Lê ji bo ku bilez bibe hewl hat dayîn. Ji bo xebatên rê, peyarê û cepheyan dewletê 300 milyon lire xerc kir û ev der ji nû va hatin çêkirin."

- 44 avahî li gor rêçên dîrokê hatin vesazkirin

Çîftçî anî ziman Taxa Hasirliyê bi tevahî wêran bûye û wiha dewam kir: "44 avahî li gor herêmê û dîroka bajêr hatin çêkirin. Li navçeyê çêkirina hezar û 500 avahiyan dewam dike. Îhaleya 500 avahiyan hatiye dayîn û înşaaet dewam dike. Avakirina 6 taxên me heta dawiya sala 2019an wê temam bibe û Sûr wê bibe cihekî pir xweş. Lewra ewê him dîrok û çanda xwe biparêze, him jî bi awayekî modern wê qadeke civakî û ji bo jiyînê derkeve pêş me."

Der barê kesên li Sûrê mexdûr bûne da jî Çîftçî got milyarek û 600 milyon alîkarî li wan hatiye kirin, ji bo ku ew mexdûr nebin dewletê hewlek mezin daye û hê jî her meh hezar lire pereyê kirê didin 3 hezar û 200 malbatî, ji 4 hezar malbatî ra jî alîkariya alavan hatiye kirin.

Çîftçî got piştî xebat xilas bibin Sûr wê ji berê xweştir be û gel wê jiyaneke xweş bijî.

Dîroka nûkirinê: 04 Cotmeh 2018, 17:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE