60 sal şûnde gora şehîdê xwe dîtin

Gora şehîd piştî lêkolînê li Şanliurfayê tespît kirin

60 sal şûnde gora şehîdê xwe dîtin

Gora Şehîdê Rîzeyî 60 sal şûnde li Rihayê hat tespîtkirin. Fehim taşçi dema li ser sînorê sûriyê leşkerî dikir ji ber nexweşiyê şehîd ket. Lê ji ber ku bêkes bû cinazeyê wî li Rihayê hat definkirin. Xwarziyên şehîd, bi dehan sal şûnde gora xwalên xwe li Rihayê tespît kirin.

Gora şehîdê Rizeyî 60 sal şûnde hat tespîtkirin.

Fehim Taşçi dema di sala 1961î de li Rihayê leşkerî dikir ji ber nexweşiya apandisîtê li Kaniya Xezalan şehîd ket.

Ji ber ku kesekî wî tunebû cinazeyê şehîd li şehîdgeha leşkerî ya Rihayê hat definkirin.

Lê xwarziyên wî bi salan li gora xalên xwe geriyan.

“ Xalê min ji ber nexweşiyê şehîd ket. Diya min tim û tim behsa wî dikir. Ji bo tespîtkirina gora wî ez beriya 4 salan hatim Rihayê, lê min nedît.”

Piştî lêkolîneke dûvdirêj xwarziyên wî bi alîkariya hin saziyên Rihayê gora şehîdên xwe tespît kirin.

“ Nesîb me îro gora xalê xwe tespît kir. Xwedê ji dewletê razî be. Bi dehan salan xwedî li şehîdê me derketiye. Em gelek kêfxweş û hestiyar in. Lewra me gora xalê xwe 60 sal şûnde tespît kir.”

Xwarziyên ku ji bo ziyareta xalên xwe hatibûn Rihayê, li ser gora şehîd gelek hestiyar bûn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE