600 parlamenter li 81 bajarî hatin belavkirin

Lijneya Hilbijartinê ya Bilind dorberên hilbijartinê û hejmara palamenterên ji wan dorberan werin bijartin tesbît kir

600 parlamenter li 81 bajarî hatin belavkirin

Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (LHB) dorberên hilbijartinê û hejmara palamenterên ji wan dorberan werin bijartin tesbît kir.

Biryara LHByê ya li ser mijarê di Rojnameya Fermî da hat weşandin. Di biryarê da hat gotin ku li gor qanûnê dibê di nav 6 mehên piştî eşkerekirina serjimara welêt da dorberên hilbijartinê û hejmara palamenterên ji wan dorberan werin bijartin bi destê LHByê were tesbîtkirin û îlankirin.

Serokatiya Saziya Îstatîstikên Tirkiyeyê li gor daneyên 31ê berfanbara 2018an serjimara sala 2018an îlan kir û li gor serjimarê hejmara parlamaneterên ji bajaran werin hilbijartin hat hesabkirin.

Li gor vê di encama tesbîtan da bajarên ku hetanî 18 parlamanteran derdixin wekî dorbereke hilbijartinê, bajarên ji 19an hetanî 35 parlamenteran derdixin wekî 2 dorberên hilbijartinê û bajarên ji 36an zêdetir palamenteran derdixin jî wekî 3 dorberên hilbijartinê hatin parçekirin. Bi vî awayî 600 palamenter li 81 bajarî hatin parvekirin.

Hejmara parlamenterên ji Stenbolê tên hilbijartin ji 98an dakete 96an, hejmara parlamenterên ji Mêrsinê tên hilbijartin ji 13an dakete 12an. Hejmara parlamenterên ji Kirşehirê tên hilbijartin ji 2yan derkete 3yan, yên Tekirdaxê ji 7an derkete 8an, yên Bayburtê jî ji 1î derkete 2yan.

Li gor tesbîta hat kirin Enqereya 36 parlamenteran derdixe 3 dorber, Bursaya 20 parlamenterî derdixe 2 dorber, Stenbolê 96 parlamenteran derdixe 3 dorber, Îzmirê 28 parlamenteran derdixe jî 2 dorber in.

Li gor vê bajar bajar hejmara parlamenteran wiha ye: 

BAJAR HEJMARA PARLAMENTERAN BAJAR HEJMARA PARLAMENTERAN
EDENE                                              15 KOCAELÎ 13
ADIYEMAN 5 QONYA 15
AFYONKARAHÎSAR 6 KUTAHYA 5
AGRÎ 4 MELETIYE 6
AMASYA 3 MANISA 10
ENQERE 36 KAHRAMANMARAŞ 8
ANTALYA 16 MÊRDÎN 6
ARTVÎN 2 MUXLA 7
AYDÎN 8 MÛŞ 4
BALIKESIR 9 NEVŞEHIR 3
BÎLECIK 2 NÎXDE 3
BÎNGOL 3 ORDU 6
BÎTLÎS 3 RÎZE 3
BOLU 3 SAKARYA 7
BURDUR 3 SAMSUN 9
BURSA 20 SÊRT 3
ÇANAKKALE 4 SÎNOP 2
ÇANKIRI 2 SÊWAS 5
ÇORUM 4 TEKIRDAX 8
DENIZLI 8 TOQAT 5
DIYARBEKIR 12 TRABZON 6
EDIRNE 4 TUNCELÎ 2
ELEZÎZ 5 ŞANLIURFA 14
ERZINCAN 2 UŞAK 3
ERZIROM 6 WAN 8
ESKÎŞEHIR 7 YOZGAT 4
GAZÎENTAB 14 ZONGULDAK 5
GÎRESUN 4 AKSARAY 4
GUMUŞXANE 2 BAYBURT 2
HEKARÎ 3 KARAMAN 3
HATAY 11 KIRIKKALE 3
ISPARTA 4 BATMAN 5
MÊRSIN 12 ŞIRNEX 4
STENBOL 96 BARTIN 2
ÎZMIR 28 ERDEXAN 2
QERS 3 ÎDIR 2
KASTAMONU 3 YALOVA 3
QEYSERÎ 10 KARABUK 3
KIRKLARELÎ 3 KILÎS 2
KIRŞEHIR 3

OSMANIYE

DUZCE

TEVAHÎ

4

3

600

AA

Dîroka nûkirinê: 02 Tîrmeh 2019, 16:19
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE