7emîn festîvala fîlman a navneteweyî ya Duhokê qediya. bi temamî 112 fîlm hatin nîşandan, ji wan 15 heban xelat wergirtin.
Festîvala Fîlman a Duhokê ya navneteweyî, ji bo pêşketina sînemaya Kurdî, her sal tê organîzekirin.
Îsal jî festîvala 7emîn hat çêkirin. Derhêner, senarîst û lîstikvanan berê xwe da Duhokê.
Festîvala ku di 9ê Îlonê de dest pê kir, hefteyekê dewam kir.
Di festîvala fîlman a navneteweyî de bi temamî 112 fîlm hatin nîşandan. Ji wan 15 heb jî hatin xelatkirin.