7 kesên li Qonyayê hatin kuştin: Daxuyaniya Wezir Gul

"Li berevajiyê rênîşandanên provokokatîf di bûyerê da daneyên nîşan didin ku mijar bi hincetên neteweyî û îdeolojîk hatiye kirin tunin."

7 kesên li Qonyayê hatin kuştin: Daxuyaniya Wezir Gul

 Abdulhamît Gulê Wezîrê Edaletê der barê kuştina 7 kesên ji heman malbatê da got, "Li berevajiyê rênîşandanên provokokatîf di bûyerê da daneyên nîşan didin ku mijar bi hincetên neteweyî û îdeolojîk hatiye kirin tunin."

Gul li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û diyar kir ku di çarçoveya telîmata dozgeriyê da lêpirsîna berfireh tê kirin û ji nêz va dişopînin.

Gulê Wezîrê Edaletê wiha got: "Li berevajiyê rênîşandanên provokokatîf di bûyerê da daneyên nîşan didin ku mijar bi hincetên neteweyî û îdeolojîk hatiye kirin tunin. Ez kesên li firsendê digerin ku yekîtî û bihevrabûna me xirab bikin, li hincetan digerin şermezar dikim. Meqamên eleqedar ew ê agahiyan bidin raya giştî. Biratiya kûr û bi bingeh a miletê me li ser hemû provokasyonan e."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE