7. roja çalakiyên li Amerîkayê yên ji bo Floyd

Li seranserê Amerîkayê herî kêm li 40 bajarî şeva duşemê qedexeya derketina derva hat sepandin û ji sibê êvarê pê va jî wê li New Yorkê qedexeya derketina derva bê sepandin.

7. roja çalakiyên li Amerîkayê yên ji bo Floyd

 Li Amerîkayê piştî ku George Floydê reşik ji ber tundiya polêsan can da wek bertek çalakiyan dest pê kir û ev 7 roj in dewam dikin. Li gor rojên berê xwepêşandan piçek kêm bûn lê di protestoyên li bajarên mezin diqewimin da polês û xwepêşandêr dirêjî hev dikin.

Bi ser mirina Floyd da hefteyek derbas bû û dawiya heftê bûyer zêde bûn û bi roja duşemê va çalakî kêm bûn.

Li bajarê Mînneapolîsê cihê bûyeran lê dest pê kir ku ev çend roj in ji hêla polês û Mihafizên Neteweyî va tê parastin bûyereke mezin neqewimî û merasimên bîranînê yên ji bo Floyd dest pê kir.

 - Bûyerên talankirinê yên li New Yorkê

Ji hêla din va li New Yorka bajarê Amerîkayê bûyer heta saet 23.00î ku qedeqeya derketina derva dest pê kir, dewam kirin.

Çalakiyên navê rojê bi xweşî dest pê kirin ber bi êvarê va cihê xwe ji pevçûn û tundiyê ra hişt. Li hin cihan di nav polês û çalakvanan da şer qewimî û polêsan bi xaza rondikrêj va mudaxele kir.

Di dema ku qedexeya derketina derva nêz bû da gelek dikanên li Manhattanê hatin talankirin û ev yek ji hêla qamerayan va hat qeydkirin.

- Herî kêm li 40 bajarî qedexeya derketina derva heye

Li gor nûçeyên di çapemeniya Amerîkayê da cih girtin ji ber protestoyên bo Floyd ev 7 roj e tên kirin da şeva duşemê li seranserê bajêr herî kêm li 40 bajarî qedexeya derketina derva hat sepandin.

Paytext Washington jî di nav da li new York û gelek bajarên din ên welêt şeva destpêka hefteya nû bi qedexeyê dest pê kir û li heman bajaran wê îşev jî bo şevê qedexeya derketina derva hebe.

Hat gotin ku Yekîneyên Mihafizên Neteweyî ji bo alî polêsan bikin û rê li bûyeran bigirin herî kêm li 23 bajaran hatine wezîfedarkirin.

- Lavaya Floyd a "Bêhna min diçike nikarim bêhnê hildim" tundiya polêsan anîbû rojevê

Hefteya borî roja sêşemê polêsan li Mînneapolîsê ji ber şika xapandinê George Floydê 46 salî binçav kiribûn, polêsekî çoka xwe kutabû ser histûyê wî û li ser vê Floyd gotibû "Bêhna min diçike nikarim bêhna xwe hildim" û lavayî wan kiribû.

Welatiyên di wê derê da derbas dibûn jî bi têlefonê dîmena bûyera qewimî kişandibûn û li ser medyaya civakî parve kiribûn.

Hatibû gotin ku ekîbên tenduristiya acil Floyd rakiribûn nexweşxaneyê lêbelê ew bi ser xwe da nehatibû û miribû.

Bi belavbûna dîmenan va tundiya ku polês li Amerîkayê dibin ser reşikan ket rojevê û Mînnesota di serî da li gelek bajaran protestoyan dest pê kir û didomin.

Li eyaletê rewşa acil hat îlankirin û ji bo rê li bûyeran bê girtin û çalakî bên kontrolkirin Mihafizên Neteweyî hatibûn wezîfedarkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE