7. salvegera erdhêja Wanê

Bajêr serûbin bibû, 644 kesan jiyana xwe ji dest dabûn

7. salvegera erdhêja Wanê

7 sal beriya niha îro li Wanê erdhejeke dilsoj qewimîbû. Li navenda bajêr û navçeya Ercişê gelek avahî hilweşiyabûn û 644 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

23ê cotmehê 2011'an de li Vanê erdhejek qewimî. Mezinahiya Erdhejê 7. 2 bû. Erdhej 26 saniyeyan dewam kir.

Erdhejê herî zêde zirar da navenda bajêr û navçeya ercişê. Ji ber erdhejê gelek avahî hilweşiyan, 644 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Piştî erdhejê xelk perîşan bibû û di nava zivistanê de li derve mabûn. Ji bo vaniyan pêşiyê konteynir hatibûn danîn, paşê jî TOKİyê 17 hezar û 498 konut çêkirin.

Niha li bajêr rewş aram e, bi saya xebatan hemû şopên erdhejê hatin paqijkirin.

Dîroka nûkirinê: 23 Cotmeh 2018, 17:24
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE