7 şehîdên sivîl li cihê bûyerê hatin bibîranîn

Li Diyarbekirê 13 sal berê li navenda bajêr êrîşeke terorî pêk hatibû.

7 şehîdên sivîl li cihê bûyerê hatin bibîranîn

Di 2008 an de li Yenîşehîra Diyarbekirê terorîstên PKK'yî li dijî hêzên ewlehiyê wesaîteke bombebarkirî danîn ber dersxaneyeke taybet. Gava wesaîta leşkerî derbas bû bombe hat teqandin. Di teqînê de şeş jê xwendekar bi tevahî heft sivîlan canê xwe ji dest dan. Di salvegera bûyerê de şehîd hatin bibîranîn.

Li Diyarbekirê 13 sal berê li navenda bajêr êrîşeke terorî pêk hatibû. Gava wesaîta leşkerî derbas bûbû terorîstan wesaîteke bombebarkirî teqandibû û heft kes şehîd ketibûn.

Di 13emîn salvegera bûyerê de şehîd nehatin jibîrkirin û ji bo wan merasîma bibîranînê hat lidarxistin.

Teqîn li ber dersxaneyê pêk hatibû û di wê teqînê de 6 jê xwendekar 7 kesan canê xwe ji dest dabû.

Fotografên Rıdvan Süer, Ferhat Mutlu, Eren Şahin, Engin Taşkın, Salih Ekinci, Melek İpek û Cengiz Kayayê ku di êrîşê de canê xwe ji dest dabûn hatin danîn cihê bûyerê.

Parlamenter Oya Eronat di serî de gelek burokrat û siyasetmedar jî beşdarî merasîmê bûn.

Malbat û hevalên şehîdan jî fikr û ramanên xwe anîn ziman û êrîşa terorî şermezar kirin.

Di êrîşa beriya 13 salan de ji bilî miriyan, 30 jê leşker 67 kes jî birîndar bûbûn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE