Bi milyonan Mislimanên ziman, reng, netewe û miletê wan cuda ji bo hecê xwe bikin berî xwe didin erdên pîroz.
Di çarçoveya "Organîzasyona Hec a Serokatiya Karûbarên Diyanetê ya 2019an" da îsal 80 hezar hecacên ji Tirkiyeyê ew ê li Erefatê weqfeya xwe bikin.
Muhammed Zeyd Ozelê Serokê Îskan û Kordinasyona Medîneyê ya Serokatiya Karûbarên Diyanetê diyar kir ku qefleya ewil a hecacên ji Tirkiyeyê di 5ê tîrmeha 2019an da hatin Medîneyê û wiha pê da çû: "Îsal hikûmeta Erebistana Siûdî bi qasî 80 hezarî kontenjana hec da Tirkiyeyê. Ji sedî 60 hecacan bi organîzasyona Serokatiya Karûbarên Diyanetê yên din jî bi acentayên taybet ew ê werin erdê pîroz ku hecê xwe bikin."
Ozel destnîşan kir ku sezona hec nêz bû ji ber vê piraniya hecacan dihîştin Mekkeyê, ji 30yê tîrmeha 2019an pê va 5 hezar û 403 hecacên bi organîzasyona Diyanetê hecê xwe dikin ew ê derbasî Mekkeyê bibin.
Ozelê Serokê Îskan û Kordinasyona Medîneyê ya Serokatiya Karûbarên Diyanetê diyar kir ku ji 30yê tîrmeha 2019an pê va 72 hezar hecacên ji Tirkiyeyê hene û hecacên din jî ew ê di nav 3 rojên pêşiya me da bigihîjin erdên pîroz.