Yekem bîra neftê ya tirkiyeyê raman-8 72 sal in bênaveber dixebite. Heta niha ji vê bîra kevn, zêdetirî milyonek ton petrol hat derxistin.
Raman-8 yekem bîra neftê ya Tirkiyeyê ye.
Di sala 1948an de ji aliyê serokkomarê wê demê İsmet İnönü ve hat vekirin.
Bîr îro jî aktîf e û heta niha ji milyonek ton zêdetir petrol jê hatiye derxistin.
Bîra kevn heta îro jî dixebite.
Raman-8, 72 sal in bi şev û roj xizmetê dide, lê ew li gorî bîrên din xwediyê maneyeke mezintir e.
“ Ji bo me sembola neftkariyê ye. Bi navê xwe yê din wek Bîra Emekdar tê zanîn. Em wekî çavên xwe li bîra xwe dinerin.”
Li bîra kevn rojane 35 û 40 bermîl neft tê derxistin.
Nêzî nîvî petrola heyî ya li Tirkiyeyê, li Batmanê û derdora wê tê derxistin.