8. Serokkomar Turgut Özal hat bibîranîn

Li ser gora Serokkomarê 8. merasîm hat lidarxistin...

8. Serokkomar Turgut Özal hat bibîranîn

Serokkomarê 8emîn Turgut Özal di selvegera wefata xwe de tê bibîranîn. Serok Recep Tayyip Erdoğan ji bo Ozalê merhûm peyamek weşand. Di peyamê de got: Özal ji bo pêşxistina demokrasiyê hewleke girîng da. Ew ê bi xizmetên xwe bê bibîranîn. Ji bo Özal li bîrdariya wî ya li Topkapiya Stenbolê merasîm hat lidarxistin.

Ji ser wefata Özal 26 sal derbas bûn… Lê qet nehat jibîrkirin..

Serokkomarê 8emîn Turgut Özal di 26emîn salvegara wefata xwe de hat bibîranîn.

Serok Recep Tayyip Erdoğan ji bona Ozal peyamek weşand.

Erdoğan got di pêşketina demokrasiyê û pêşveçûn û aramiya Tirkiyê de rola Özal gelek mezin e.

Serok diyar kir ku welatî gelek ji Özal hez dikin û ew ê her tim jî bi xizmetên xwe, bi xêrê were bibîranîn.

Erdoğan di peyama xwe de got; “Di salvegera wefata wî de, ez Serokkomarê 8emîn Turgut Özal bi rêzê bi bîr tînim. Xwedê rehma xwe lê ke.”

Merasîmek jî li ser gora Turgut Özal a li Topkapiya Stenbolê çêbû.

Hevsera Turgut Özal, Semra Özal bi zarok û neviyên xwe re hat ser gorê û sersaxî qebûl kirin.

Çeleng hat danîn ber gorê. Dûvre jî Qurana pîroz hat xwendin, dia hatin kirin.

Namzedê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê yê Îtifaqa Cumhurê Binali Yildirim jî beşdarî merasîmê bû.

Yildirim: "Hezkirina ji Özal hezkirineke nemir e. Turgut Beg ji bo vî gelî tiştên gelek mezin kirin. Piştî wefata wî ev yek hat fêmkirin. Ji bo vê mirov evqas jê hez dikin."

Namzedê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê yê Îtifaqa Milletê Ekrem İmamoğlu jî hatibû ser gora Özal rehmetî.

Dema Yildirim ji bîrdariyê vediqetiya bi İmamoğlu re rastî hev hatin. Slav dan hev û qederek xeber dan.

Dîroka nûkirinê: 18 Nîsan 2019, 17:17
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE