8 sitargehên PKKya rêxistina terorê hatin îmhekirin

Di operasyona ku li Hênî, Qulp û Silîvana navçeyên Diyarbekirê hat kirin de gelek çek û cebilxane hat bidestxistin

8 sitargehên PKKya rêxistina terorê hatin îmhekirin

Li Hênî, Qulp û Silîvana navçeyên Diyarbekirê di 8 sitargehên PKKya rêxistina terorê de gelek çek û cebilxane hat dîtin.

Li gor daxuyaniya Walîtiyê operasyona ku ekîbên Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr pêr li çolwarê Hênî, Qulp û Silîvanê dan destpêkirin êvarê hat temamkirin.

Di operasyonê de 8 sitargehên ku terorîstên PKKyî zivistanê bi kar tînin hatin tespîtkirin.

Di sitargehan de di nav bîdonên binaxkirî de 3 keleş, tifinga peyadeyan a M-16, 7 bombeyên destan, 6 cebilxaneyên roketavêjan, 8 fişengên sewqê yên roketavêjan, hezar û 51 fişeng, 5 mayonên tifingên bimakîne, 5 şarjor, aparata dengbirînê, 4 fenerên kaskan, tanka avê ya 500 lîtreyî, 2 tupên biçûk û gelek melzemeyên jiyanê hatin dîtin.

Ew qas zirar dan sitargehan ku êdî nikarin bên bikaranîn.

Li Taxa Ayhanê ya girêdayî navçeya Qulpê H.Ayê ku di dîwara mala wî de wêneyê terorîstê daliqandîbû ji sûcê "propagandaya rêxistina terorê ya çekdar" hat binçavkirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 31 Çile 2019, 17:10
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE