9 milyon rêwiyî Belvan Kart bi kar anî

Bi "Belvan Kart"a Sîstema Birin û Anîna Komî ya Elektronîk ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê va di salekî 9 milyon û 117 kes li otobêsê siwar bûn

9 milyon rêwiyî Belvan Kart bi kar anî

Bi "Belvan Kart"a Sîstema Birin û Anîna Komî ya Elektronîk ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê va di salekî 9 milyon û 117 kes li otobêsê siwar bûn.

Di daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin da hat diyarkirin ku li bajêr eleqeyeke mezin nîşanî kartê dan û di birin û anîna komî da hatin asteke din.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Di 75 xetan da bi 96 otobêsên şaredariyê û 108 otobêsên gel va em xizmetê didin. Di salekê da 9 milyon û 117 hezar kes bi Belvan Kartê li otobêsan siwar bûn, ji wan 3 milyon kes jî yan bê pere yan jî bi bihayê erzan îstifade kirin. Li bajêr 7 ciyên barkirina elektronîk û 80 bayî hene. Ji van deran 55 hezarê wan yên bê pere an jî erzan, 150 hezar û 153yê wan kartên normal bi tevahî 205 hezar û 153 kart hatin firotin."

Di daxuyaniyê da Kemal Mescîogluyê Serokê Daîreya Gihandinê diyar kir ku bi saya daneyên ji sîstema elektronîk berhev kirin va rê nîşanî gihandina komî didin.

Mecîoglu got hedefa wan ew e ku ji vê zêdetir welatiyan bibin û bînin û wiha axivî: "Me di sala 2017an da projeya sîstema elektronîk û rawestgehên biaqil çêkir û ev salek e jê îstifade dikin. Hedefa me ew e ku vê sîstema ku gihandina welatiyên me hêsan dike ji berê zêdetir bi kar bînin."

AA

Dîroka nûkirinê: 13 Kanûn 2018, 12:41
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE