9 stargehên terorîstên PKKyî hatin jinavbirin

Di operasyona ku li Diyarbekirê hat lidarxistin da yek jê sêçavî 9 stargehên mensûbên rêxistina terorê PKKyê hatin tesbîtkirin û jinavbirin

9 stargehên terorîstên PKKyî hatin jinavbirin

Di operasyona ku li Diyarbekirê hat lidarxistin da yek jê sêçavî 9 stargehên mensûbên rêxistina terorê PKKyê hatin tesbîtkirin û jinavbirin.

Di daxuyaniya Walîtiyê da hat ragihandin ku Fermandariya Cendirmeyê Parêzgehê bi beşdariya tîmên komandoyên cendirme û gundparêz va 20ê nîsanê "Operasyona Akinci-19 Şehîd Cendirme Komando Er Huseyîn Harun Çakir-05" bi serkeftî li dar xist.

Di daxyaniyê da hat destnîşankirin ku di operasyonê da yek jê sêçavî 9 stargehên mensûbên rêxistina terorê PKKyê hatin tesbîtkirin û dû ra hatin jinavbirin û wiha hat gotin:

"Di stargehan da 13 tûpên mezin, 3 tûpên piçûk, 40 pîl, 500 kilogram ar, 100 kilogram birinc, 100 kilogram savar, 100 kilogram maqirne, 50 kilogram nok, 50 kilogram fasulye, 5 kilogram dims, 100 kilogram şekir, 100 kilogram çay, 50 kilogram şekerê hûr, 15 kilogram rûn, 30 kilogram zeytûn, 100 pakêt haveyn, 50 paket hingiv, 10 pakêt lemtûz, 5 pakêt îsot, 20 konserveyên fasulyeyan, 32 konserveyên malan, 7 salçeyên konserve, 50 şorbeya hazir, 8 pakêt bezelye, 20 betanî, 2 top têla înşeatê, 50 metre ta, 5 qoşanxe, 10 firçeyên diranan, ta derzî, tevir, birek, tevşo hatine bidestxistin."

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE