951.Salvegera Serkeftina Milazgirê

Salvegera 951emîn a Serkeftina Milazgirê wê îsal bi coştir bê pîrozkirin

951.Salvegera Serkeftina Milazgirê

 Li Milazgira navçeya Mûşê salvegera 951emîn a Serkeftina Milazgirê ya ji ber ku Siltan Alparslan deriyên Anadoluyê ji Tirkan ra vekiriye tê pîrozkirin îsal wê hê qerebalixtir û bi coş bê pîrozkirin.

Ji bo pîrozbahiyê Parka Neteweyî ya Dîrokî ya Şerê Meydanê ya Milazgirê tê paqijkirin û nûkirin ku ji bi hezaran kesan ra mazûvaniyê bike.

Beriya vê li parkê rêya fethê ya 1071 gavî ya 250 mêtro dirêj e hatibû avakirin. Ji bilî vê qada mesimê, axaftinê, pîsta 12 firokeyan, cihê nimêjê, rêya meşê, qada bêhnvedanê, hîpodroma ji bo hezar kesî, qada ji bo avêtina tîr û kevanê, qada cirîdê, qaga gulaşê ya 500 kesî jî di nav parkê da hatibû çêkirin.

Niha jî malên bungalov ên ji bo bêhnvedanê, atolyeyên perwerdeyê, xwaringeh, kafe, qadên futbol, voleybol û basketbolê di qada kampê ya ciwanan da tên çêkirin.

Merasim û çalakî wê di navbera 24-26ê tebaxê da çêbibin.

Piştî şewba Kovîd-19ê ji bo ku pîrozbahî bicoş be amadehî tên kirin.

Waliyê Mûşê Îlker Gunduzoz, Qaymeqam Yîgît Yaşar Demîrer, Midûrê Ewlehiya Bajêr Engîn Kaloglu, Fermandar Cendirmeyan AlbayÎlhan Şen û Şaredarê Milazgirê Cengîz Altin li parka Taxa Danişmengaziyê xebatên tên meşandin kontrol kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE