99.Salvegera vekirina meclisê

Erdogan li Meclisê ji aliyê Cîgirserokê Meclisê Celal Adan va bi merasima fermî va hat pêşwazîkirin.

99.Salvegera vekirina meclisê

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo 99emîn salvegera vekirina Meclisê û 23yê Nîsanê Serweriya Neteweyî û Cejna Zarokan hat Meclisê. Lijneya Giştî bi rojeva taybet civiya û Erdogan jî ji bo ku vê hevdîtinê bişopîne hat Meclisê. 

Erdogan li Meclisê ji aliyê Cîgirserokê Meclisê Celal Adan va bi merasima fermî va hat pêşwazîkirin.

Erdogan silav da qiteya merasimê û Serokê Meclisê Mustafa Şentop Erdogan li ber Deriyê Şerefê Erdogan pêşwazî kir. Erdogan paşê li Lijneya Giştî derbasî locaya ku ji bonê hatiye veqetandin bû.

Serokomar Erdogan ji Lijneya Giştî ya Meclisê ku bi rojeva taybet civiya, bêyî ku axaftina Hevseroka Giştî ya HDPyê Pervin Buldanê guhdarî bike derket. Erdogan ji bo pirsa li ser mijarê wiha got, "Ma em çawa dernekevin? Ma em yên ku Sirûda Neteweyî di vê parlamentoyê da naxwînin guhdarî bikin? Ma em yên ku Mehmetên min şehîd dikin guhdarî bikin? Ma em yên ku dikevin milên wan û bi wan ra digerin, yên ku mil didin milên wan guhdarî bikin?"

ji axaftina Serok Erdogan:

 "(Êrîşa dijî Kiliçdaroglu) Li hemberî vê asêbûna xazê ya van mirovan ka tu yê ku da biçî; divê mirov baş bala xwe bide vê yekê û li ser bifikire. Tu wateya wê yekê jî tuneye ku mirov van yekan bike tişta îstismarekê. Ez bixwe jî wekî Serokomarekî, berî ziyareta mala şehîdekî ez ewil pirs dikim: 'Gelo çûyîna min dê wir aciz bike? Ez dibêjim heger dê aciz bike ez neçim'. Heger ez ê dia bikim, em ê li mala xwe bikim."AA

Dîroka nûkirinê: 23 Nîsan 2019, 16:02
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE