"Aboriya Tirkiyeyê îsal dê pozîtîf mezin bibe"

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak: "Aborî di nîvê duyemîn ê salê da dê bikeve serdemeke pozîtîftir. Aboriya Tirkiyeyê îsal dê pozîtîf mezin bibe. Ez li benda mezinbûneke nêzîkî hedefa dawiya salê me."

"Aboriya Tirkiyeyê îsal dê pozîtîf mezin bibe"

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak: "Aborî di nîvê duyemîn ê salê da dê bikeve serdemeke pozîtîftir. Aboriya Tirkiyeyê îsal dê pozîtîf mezin bibe. Ez li benda mezinbûneke nêzîkî hedefa dawiya salê me."

Albayrak li Wezareta Xezîne û Darayiyê bi midûrên nûçeyên aboriyê yên ajansên nûçeyan, rojname û televizyonan ra hat bal hev û der heqê geşedanên di aboriyê da axivî.

Berat Albayrak destnîşan kir aborî di nîvê duyemîn ê salê da dê bikeve serdemeke pozîtîftir û wiha got: "Ez dikarim bêjim enflasyon di dawiya salê da dê berjêrî binê hedefa di YEPê da be. Aboriya Tirkiyeyê îsal dê pozîtîf mezin bibe. Ez li benda mezinbûneke nêzîkî hedefa dawiya salê me."

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Albayrak diyar kir di serdema pêş me da em ê bibînin ku li Tirkiyeyê faîz dê bikeve trenda daketinê û got ku ev yek di banqeyên qamûyê da dê bileztir çêbe.

Albayrak destnîşan kir Tirkiyeyê di saleke derbasbûyî da serkeftina polîtîkayeke bihêz bi dest xist û got ku saleke wekî reformê li dû me ma.

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Albayrak diyar kir ji gulanê vir va ji 10 milyar dolarî zêdetir veberhênana dereke hat û got ku veberhênerê ku baweriya xwe bi Tirkiyeyê anî bi ser ket.

Albayrak destnîşan kir sektora avahiyan ji nêzîk va dişopînin û wiha axivî: "Ez wê yekê nafikirim ku êdî ji îro şûnda dîmenekî ku dibe sedema pirsgirêkan heye."

Berat Albayrak der barê kirîna neft û xazê da diyar kir Tirkiye li Behra Spî ya Rojhilat gavên pir girîng diavêje û got ku înşelah em ê demeke nêzîk, xeberên erênî bibihîzin.

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Albayrak diyar kir êdî Tirkiyeyeke wisa heye ku pergala parastina xwe, binesaziya xwe saxlemtir ava kiriye û wiha got: "Em dikevin pêvajoyeke wisa yên ku hemleyên spekulatîf dikin divê 100 carî bifikirin.AA

Dîroka nûkirinê: 30 Tîrmeh 2019, 17:23
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE