Adalet Agaogluyê wefat kir

Nivîskar Semîh Gumuş li ser hesabê xwe yê medyaya civakî mirina wê eşkere kir.

Adalet Agaogluyê wefat kir

 Adalet Agaogluya yek ji wan nivîskarên girîng yê edebiyata Tirkî di 91 saliya xwe da wefat kir.

Nivîskar Semîh Gumuş li ser hesabê xwe yê medyaya civakî mirina wê eşkere kir.

Li ser hesabê Twîtterê yê Beşa Ziman û Edebiyata Tirkî ya Zanîngeha Stenbolê (TUDEB) ev peyam hat weşandin: "Em ji ber mirina qelema hoste ya edebiyata Tirkî Adalet Agaoglu xemgîn in. Serê me sax be."

Zanîngeha Bogazîçiyê jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha daxuyand: "Navê mezin ya edebiyata me, nivîskara biqîmet a xwedî Doktoraya Fexrî ya Zanîngha Bogazîçiyê Adalet Agaogluyê wefat kir. Ewê bi berhemên xwe va her tim bijî."

Adalet Agaoglu di 13ê Cotmeha 1929an da li Nallihana Enqereyê hat dinyayê. Bavê wê tucar bû û ew xwedî 3 birayan bû. Agaoglu di 1950î da ji Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê ya Zanîngeha Enqereyê û beşa Ziman û Edebiyata Fransî mezûn bû.

Agaoglu hê di dema xwendekara lîseyê bû eleqeya wê bi helbest û edebiyatê ra hebû. Di sala 1946an da di rojnameya Ulusê da nivîsên wê yên li ser nirxandina şanoyê hatin weşandin û wisa dest bi nivîsê kir.

Agaoglu di sala 1954an da bi Halîm Beg ra zewicî.

Agaogluyê şano, helbest û roman nivîsandin û bi qadên cuda ra têkiliya wê çêbû.

Romana wê ya ewil "Razana Ji Bo Mirinê" di 1973yan da hat weşandin û wê di demên cuda da gelek xelat hildan ku ji wan hinek ev in; Xelata Çîrokê ya Saît Faîk, Xelata Şanoyê ya Saziya Zimanê Tirkî, Xelata Edebiyatê ya Weqfa Sedat Sîmavî, Xelata Edebiyatê ya Bankaya Îşê ya Tirkiyeyê, Xelata Mezin a Çand û Hunerê ya Serokomariyê, Xelata Romanê ya Orhan Kemal, Xelata Romanê ya Weqfa Aydin Dogan, Xelata Romanê ya Madaraliyê.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE