Navend Adana li 12 bajaran di lêpirsîna dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da der barê 24 şikbaran da biryara binçavkirinê hat dayîn.
Di lêpisîna ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Ankarayê tê meşandin da der barê 24 şikbaran da ji ber hinceta bernameya ByLockê bi kar anîne, di nav sazûmaniya veşartî ya rêxistinê da cih girtine biryara binçavkirinê hat dayîn.
Tîmên Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Organîze û Qaçaxçitiyê ya Midûriya Ewlehiya Bajêr 12 bajaran operasyon kirin.
Li Adana , Îstanbul, Diyarbekir, Gazîentab, Tokat, Nevşehir, Samsun, Kilîs, Batman, Şirnak, Mersîn û Osmaniyeyê di operasyonên hevdem da hin şikbarên nav da polês, mamoste, doxtor jî hene hatin binçavkirin.
Piştî kontrola wan a tenduristiyê tîman şikbar birin ewlehiyê.
AA