Şaredariya Qerekopriya Rihayê beriya 19 salan bi navê Elî baba xêratek vekir. Îro jî ev xêrat vekirî ye û her roj tê de xwarinê didin gelek welatiyên neçar.
Ewilî di sîtilên mezin de xwarin hat çêkirin,
Dûv re haziran dia kirin û herî dawî jî xwarin hat belavkirin.
Ev der ji Xêrata Elîbaba ya li Qerekopriya navçeya Rihayê ne.
Şaredariya Qerekopriyê beriya 19 salan ev xêrat vekir û heya îro jî li vir şîvê didin gelek welatiyên belengaz.
Wealtiyên navçeyê jî ji xêratê qayîl in.
Waliyê Rihayê, gelek parlamenter û welatî bi hev re çûn wir, wan xwarin xwar.
Her wiha piştî xwarinê hin çalakiyên wekî semayê jî hatin lidarxistin.