AFAD: 22 kes mirin û 40 kes ji bin enqazê sax hatin derxistin

Di erdheja li Elazığê da 22 kes mirin û 382 jê birîndar bi tevahî 1031 kesî serî li nexweşxaneyan dan

AFAD: 22 kes mirin û 40 kes ji bin enqazê sax hatin derxistin

Ji ber erdheja bi lerza 6,8an a ku navend Sivrîceya navçeya Elazığê bû 22 kes mirin û 382 jê birîndar bi tevahî 1031 kesî serî li nexweşxaneyan dan.

Hat ragihandin ku ji pêla ewil vir va 40 kes ji bin kavilê awayek sax hatin derxistin.

Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acîl û Afetê (AFAD) bi bîr xist ku duh êvarê di saet 20.55an da li Sivrîceya navçeya Elazığê bi lerza 6,8an erdhej qewimî û di vê çarçoveyê da jî xebatên lêgerîn û xilaskirinê yên li herêma erdhejê bênavber dewam dikin.

Di erdhejê da heya niha 18 lê li Elazığê û 4 jî li Meletiyê bi tevahî 22 kes mirin û 1031 kes jî birîndar bûn.AA

Dîroka nûkirinê: 26 Çile 2020, 10:04
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE