Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Acîl û Afetê (AFAD) destnîşan kir di erdheja bi lerza 6,8an da ku navenda wê Sivrîceya navçeya Elazığ e 21 kes mirin û hezar û 30 kes birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya AFADê piştî erdheja li Sivrîceyê di saet 07.50an da li herêmê 11 caran paşlerze çêbûne ku lerza wan 4 û ji 4an zêdetir bûne û bi tevahî 228 caran hej çêbûne.
Hat diyarkirin li navenda Elazığê 4 avahî xera bûne û ekîbên AFADê xebatên lêgerîn û xilaskirinê didomînin û hin welatî jî bi şev di salonên sporê da man.