AFAD: "Di şewata li Manavgatê da 3 welatiyên me mirin"

AFADê der barê şewata daristanê ya duh nîvrokî li Manavgatê derket da daxuyaniya nivîskî da.

AFAD: "Di şewata li Manavgatê da 3 welatiyên me mirin"

Serokatiya Rewşa Acîl û Afatê (AFAD) ragihand di şewata daristanê ya li Manavgatê da 3 kes mirine.

AFADê der barê şewata daristanê ya duh nîvrokî li Manavgatê derket da daxuyaniya nivîskî da.

Di daxuyaniya AFADê da wiha hat gotin, "Di şewata li Manavgatê da 3 welatiyên me mirine û şewatê bandor li ser 122 welatiyên me kiriye. 58 welatiyên me jî tên dermankirin.

-10 kesên li Bendava Oymapinarê mehsur mabûn hatin xilaskirin

Qaymeqamê Manavgatê Mustafa Yîgît ragihand 10 welatiyên ku piştî şewata li daristanê li Bendava Oymapinarê di restoranekê da mehsur mabûn hatine xilaskirin.

Li Manavgata navçeya Antalyayê şewatên ku nîvrokî li daristanê derketibûn hê jî didomin. Wek mayîn ji beja û asîman va midaxeleyî şewata li Aksekiyê derket û pekiya Manavgatê dikin.

Qaymeqamê Manavgatê Mustafa Yîgît daxuyanî da nûçegihanê AAyê destnîşan kir 10 welatiyên ku piştî şewata li daristanê li Bendava Oymapinara li gundê Guzelyaziyê di restoranekê da mehsur mabûn hatine xilaskirin û got ku welatî li nexweşxaneyê ne, dûmanê bandorê li wan kiriye, lê rewşa wan baş e.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE