"Agahiya kiryarê eleqedar hat girtin li cem min heye"

Soylu piştî Lijneya Giştî ya Sendîkaya Oz Orman-Îşê ku li otêlekê hat lidarxistin, bersiv da pirsên rojnamegeran.

"Agahiya kiryarê eleqedar hat girtin li cem min heye"

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu der heqê îstismara cinsî ya dijî zarokekê ya li Kuçukçekmeceyê da wiha got, "Agahiya kiryarê eleqedar hat girtin li cem min heye. Hem helwest û hem jî têkoşîna me ya dijî meseleyên bi vî rengî, wekî berê dê ji niha şûnda jî dewam bike."

Soylu piştî Lijneya Giştî ya Sendîkaya Oz Orman-Îşê ku li otêlekê hat lidarxistin, bersiv da pirsên rojnamegeran.

Li ser pirsa rojnamegerekî ya der heqê îstismara cinsî ya dijî zarokekê ya li Kuçukçekmeceyê da Soylu diyar kir ku di mijara destgîrkirina kiryar da hem Walîtiya Stenbolê û hem jî Midûriyeta Ewlekariya Stenbolê dixebitin.

Wezîr Soylu wiha dewam kir, "Ez wisa zen dikim ku dê di nava van saetan rabigihînin. Kiryarê eleqedar hat girtin. Walîtiya me ya Stenbolê dê daxuyaniyekê bide. Em pê dizanin ku rewşa tenduristiya zarokê me jî baş e."

Soylu diyar kir ku wî bi têlefonê bi bavê zaroka ra xeber da û jê ra got, derbasî bibe û wiha dewam kir, "Agahiya kiryarê eleqedar hat girtin li cem min heye. Hem helwest û hem jî têkoşîna me ya dijî meseleyên bi vî rengî, wekî berê dê ji niha şûnda jî dewam bike."

Dîroka nûkirinê: 25 Nîsan 2019, 17:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE