Agbalê Serokê TCMByê ji wezîfeyê hildan Şahap Kavcioglu hat wezîfedarkirin

Biryara tayînê ya bi îmzeya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di Rojnameya Fermî da hat weşandin.

Agbalê Serokê TCMByê ji wezîfeyê hildan Şahap Kavcioglu hat wezîfedarkirin

Nacî Agbalê Serokê Bankeya Navendî ya Komara Türkiyeyê (TCMB) ji wezîfeyê hat hildan û di dewsa wî da Şahap Kavcioglu hat tayînkirin.

Biryara tayînê ya bi îmzeya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di Rojnameya Fermî da hat weşandin.

Li gor vê Agbal di çarçoveya xala 2yan a Biryarnameya Serokomariyê ya bi hejmara 3yan a xala 35an ya Biryarnameya Di Hikmê Qanûnê Da ji wezîfeyê hat hildan.

Di dewsa Agbal da Prof. Dr. Şahap Kavcioglu hat wezîfedarkirin.

Kurtejiyana Kavcioglu

Kavcioglu di 23yê gulana 1967an da hat dinyayê, Fakulteya Zanistên Îdarî û Îqtisadî ya Zanîngeha Dokuzeylulê xwend.

Kavcioglu Enstîtuya Mihesebeyê ya Zanîngeha İstanbulê wekî pisporê kontrolê temam kir, li Hastings College Îngiltereyê perwerde dît.

Li Enstîtuya Bankevanî û Sîgortevaniyê ya Zanîngeha Marmarayê lîsansa bilind û doktoraya xwe temam kir, li Esbank û Halkbankê hin wezîfe kirin.

Kavciogluyê parlementerê heyama 26an a Bayburtê bavê 3 zarokan e.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE