Li Ercişa Vanê xaniyê îpek bedîra 70 salî şewitî. Kes xwedî lê derneket û bi du nêviyên xwe re, bêçare ma. Qeymeqamê Ercişê Nurî Mehmetbeyoglu gihîşt hawara pîrê û xanî da çêkirin.
Li taxa Erügücüya Ercişa Vanê demek berê agir bi mala Îpek Bedîra 70 salî ket.
Tu kes xwedî lê pîrê derneket û pîrê bi du nêviyên xwe re, bêkes û bêxwedî ma.
Qeymeqam û cîgirşaredarê Ercişê Nurî Mehmetbeyoglu xwe gihand hawara pîra 70 salî û hundirê xanî da çêkirin.
Qeymeqamê Ercişê Nuri Mehmetbeyoğlu: Em pê hesiyan ku mala pîrê şewitiye. Me jî li ser vê xeberê xebat da destpêkirin. Hundirê xanî da çêkirin. Şûna amûr û alavên şewitîbûn tiştên nû kirîn. Xelkê Erdîşê jî gelek alîkarî dan. Vê yekê jî ez gelek kêfxweş kirim.
Nurî Mehmetbeyoglu ji Meryem Bedîrê re amûr û alavên malê jî standin.
Piştî van alîkariyan kêfa pîrê û her du nêviyên wê gelek xweş bû.