Agirê ser sînorê Bulgaristan û Turkiyeyê hat temirandin

Waliya Herêma Haskoyê Stefka Zdravkovayê daxuyanî da Têlevîzyona Neteweyî ya Bulgaristanê (BNT) û diyar kir, agir li ser hezaran dekarî bela bû û daristan û eraziyên çandiniyê şewitîn û wiha dewam kir: "Xetayeke piçûk a meriv rê li ber zirarên mezin vedike."

Agirê ser sînorê Bulgaristan û Turkiyeyê hat temirandin

 Agirê ku bi herêma Lesovoyê ya li hemberî Hamzabeyliya nêzî sînorê Bulgaristan û Turkiyeyê ketibû û 4 roj bûn dişuxulî, hat temirandin. 

Waliya Herêma Haskoyê Stefka Zdravkovayê daxuyanî da Têlevîzyona Neteweyî ya Bulgaristanê (BNT) û diyar kir, agir li ser hezaran dekarî bela bû û daristan û eraziyên çandiniyê şewitîn û wiha dewam kir: "Xetayeke piçûk a meriv rê li ber zirarên mezin vedike."

Zdravkovayê diyar kir ku li gor texmînê şofêrê TIRekê li ber deriyê sînor ê Lesovoyê kotê cixareyê avêtiye û agir wisa bi wan dera ketiye û ji ber ku hewa germ e û ba jî hatiye, loma ew qas zû bela bûye. Zdravkovayê got ku ekîbên şaredariyê li herêmê dest bi tesbîtkirina xesarê kir.

Rayedaran ragihand, agirê ku 4 roj bû dişuxulî, hat temirandin.

Li herêmê personelên 9 wesayîtên îtfaiyeyê wê nobetê bigirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE