Agirbesta li Libya û İdlibê ji nêz va tê şopandin

Wezareta Berevaniya Neteweyî daxuyand ji ragihandina agirbestê ya li Libya û İdlibê vir va alî hewl didin li gor agirbestê tevbigerin, jibilî yek an jî du bûyerên munferîd rewş aram e.

Agirbesta li Libya û İdlibê ji nêz va tê şopandin

Di daxuyaniya Wezaretê da hat gotin agirbesta li Libya û İdlibê ji nêz va tê şopandin.

Hat gotin di 8ê çileya paşîn da li İstanbulê civîna Serokkomarên Türkiye û Federasyona Rusyayê hat lidarxistin û li wir biryar hat dayîn ku li Libya û İdlibê agirbest bê kirin.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Li Libya û İdlibê di 20ê çileya paşîn a 2020an da ji saet 00.01an pê va agirbestê dest pê kir. Agirbesta ku li herdu herêman bi mebesta ku êrîşan bide sekinandin, mirov nemirin, koçberî çênebe û jiyan vegere halê xwe yê normal kete rewacê, gavek e û ji bo îstiqrar û aştiyê jî giring e. Ji ragihandina agirbestê ya li herdu herêman vir va alî hewl didin li gor agirbestê tevbigerin, jibilî yek an jî du bûyerên munferîd rewş aram e. Agirbest ji nêz va tê şopandin."

AA

Dîroka nûkirinê: 15 Çile 2020, 17:11
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE