Agirkujên Siirtê vegeriyan

Şewata li Antalyayê hat vemirandin, agirkuj vegeriyan bajarên xwe

Agirkujên Siirtê vegeriyan

Tîmên agirkujiyê yên sêrtê piştî ku şewatên li herêma Antalyayê hatin vemirandin, vegeriyan. Tîm 10 rojan li herêma şewatê man û ji dil û can beşdarî xebatên vemirandinê bûn.

Li herêma Antalyayê şewateke gelek mezin derket.

Ji bo tekoşîna li dijî şewatê ji gelek bajaran tîmên agirkujiyê çûn herêmê.

Ji Sêrtê jî 11 agirkuj bi 5 wesayîtan çûn herêma şewatê.

Şewat hat vemirandin û êdî tîmên agirkujiyê vedigerin bajarên xwe.

Agirkujên Sêrtê jî piştî 10 rojên tekoşîna li dijî şewatê vegeriyan.

Agirkuj dibêjin ku gelê herêma şewatê jî alîkariya me kir.

her wiha tîm dibêjin ku ger hewce bike em dixwazin biçin her derê welêt.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE